Kurdî

8‘ê adarê derkevin kolanan!

Her roj jin, lezbîyen, kesên Interseks, kesên bêbinare û kesên trans hemû deverê dinê ji bo hebûn û azadiya xwe têkoşîn dikin. 8‘ê adarê derdikevin kolanan daxwez û xwestekên xwe li ser dinê tînin ziman.Pêwîste ku ew xwestekên girîng li Avusturya yê jî em bînin ziman û li xwestekên xwe xwedî derkevin. Ji ber ku zordarî hê berdewam e em bi vî razî nîn in. Ev rewşa bes e ku em wan eşkere bikin û li hemberê wan bisekinin.

Em mexdûrê şîddeta psîkolojî, fizîkî û cînsî ne, di nav sîstemê de û dîsa em mexdûrê xebat a bê edaletê ne parvekirina ked û erkên bê edalet in.Zordarîya li ser bedena me bi rengê cinsî û hemlê vê gotinên me hatîye qutkirin. Têkoşîna me li hemberê gotina xweşikbûna îdeal ê ye, ji bo vê îdealê kesên interseks, trans û seqet bi zordarîya sîstemê tên operasyon kirin.Li hemberê van pirsgirêkan mirov dikare pirtûkan binivîse. Heta ku van zordarîyên wan berdewam bike jibo ku em derkevin kolanan bi hezaran sebebên me hene…

Pandemîk newekheviyên heyî giran dike; Mînakî, rêjeya kesên FLINT (jin, lezbîyen, Interseks, bê binare û kesên trans) ên di pîşeyên têkildar pergalê de dixebitin (ango yên di rîska mezintir a pandemiyê de ne) pir zêde ye. Di heman demê de, ferdên FLINT mexdûrên herî mezin ên pirsgirêka bêkariyê ne. Li ser van barê profesyonel û darayî karê hilberandinê tê (wekî lênihêrîna zarokan û karên malê): di vê çarçoveyê de, ji kesên FLINT tê hêvî kirin ku lênihêrîna zarokan bikin û piştgiriya endamên malbatê bikin. Qedexeya derketina kolanan û tecrîd di têkiliyên navmalî û romantîk de ne sedema şîdetê ne, lê ew van rewşan zêde û xurt dikin. The mexdûrên herî mezin ên vê rewşê kesên FLINT in.

Her waha 8‘ê adarê li her deverê cîhanê dibe berxwedan, têkoşîn û sedema azadiya me. Komîteya 8‘ê adarê ji kesên bindest û ne bindest ve hatiye avakirin.Daxwezi ya me ew e ku di şûna mexdûran de neaxivin jiber ku em civakeke bê mexdûr dixwazin. Jiber vê yekê em li hemberî vê zordarîyê disekinin. Çiqas em ne mexdûr bin jî bi vê nivîsê ve em liser girîng bûna vê mijarê sekinîn.

Di bloga me de hemû kes dikare fikrên xwe bibêje û parve bike.

E-Mail: 8.maerz@systemli.org
Blog: 8maerzsalzburg.noblogs.org

Her roj di 8ê Adarê de, ew banga şer e!

Saet 17:30 – Xala civîna çalakiyê: Salzachgässchens

Çalakî tenê ji bo jinan, lezbîyenan, kesên Interseks, kesên bêbinare û kesên trans vekirî ye. Bibore mêr (!)